• Monday, 01 July 2024
logo

Amerîka, Swêd û NY êrîşa ser Hewlêrê mehkûm kirin

Gulan Media February 17, 2021 Nûçe
Amerîka, Swêd û NY êrîşa ser Hewlêrê mehkûm kirin
dibêje Serokê Amerîkayê mafê bersifdanê heye.
Dibêjin Hewlêr ne bi tenê ye.

Nîşandana bertekan li dijî êrîşa mûşekî yaku beriya du rojan bo ser Hewlêrê pêk hatibû didomin.

Hijmareke zêde welatên cîhanê bi daxuyaniyên xwe ev êrîşa han mehkûm kirin û piştîvaniya xwe bo Hewlêrê diyar kirin û ragihandin ku lazime biker werin diyarkirin û cezakirin.

Her di vê çarçoveyê de jî her yek ji Amerîka, NY û Swêdê jî daxuyaniyên cuda dan û ragihandin ku ev bi tundî êrîşa han mehkûm dikin û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime bilez biker werin diyarkirin û cezakirin.

Koşka Spî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku mafê Amerîka û Serokê Amerîkayê yê bersifdanê heye lê em niha li benda diyarkirina bikeranin.

Herwiha NY jî di dema civîna civata ewlekarî de yaku taybet bû bi rewşa Îraqê, ragihand ku ev êrîşa han bi tundî mehkûm dike û ev êrîş metirsiyeke rasteqîne bo ser aramiya Hewlêr û Îraqê bi giştî.

Herwiha tekez li ser vê yekê jî hatiye kirin ku hemahengî û hevkariya navbera Hewlêr û Bexdayê bo diyar kirin û darizandina bikeran gelek girînge û NY piştîvaniya hewlên wan dike.

Ji aliyeke din ve wezîra derve ya Swêdê jî Ann Linde ev êrîşa han bi tundî mehkûm kiriye û piştîvaniya welatê xwe ya bo Hewlêrê diyar kiriye.

K24
Top