• Monday, 01 July 2024
logo

Nûnera Herêma Kurdistanê li Îtalya: Serdana Papa nehatiye hilweşandin

Gulan Media February 17, 2021 Nûçe
Nûnera Herêma Kurdistanê li Îtalya: Serdana Papa nehatiye hilweşandin
Medyayeke Îtalî weke şirove û bêyî ti çavkaniyekê behsa hilweşandina serdana Papayê Vatîkanê bo Iraqê û Herêma Kurdistanê kiriye û beşek ji medyayên Iraqî jî ew zanyarî belav kirine, lê Nûnera Herêma Kurdistanê li Îtalya wê yekê red dike û dibêje, serdana Papa bo Herêma Kurdistanê nehatiye hilweşandin.

Rêzan Heme Salih Axa, Nûnera Herêma Kurdistanê li Îtalya ji Rûdawê re ragihand, “serdana Papa bo Herêma Kurdistanê nehatiye hilweşandin û derbarê wê yekê de heya niha ti tiştek bi fermî negihiştiye me.”

Nûnera Herêma Kurdistanê li Îtalya behsa wê yekê jî kir, ew berî du rojan danê êvarî li gel Wezîrê Derve yê Vatîkanê civiyaye, “babeta serdana Papa bo Herêma Kurdistanê babeteke germ a gotûbêjan bû, behsa hilweşandin yan jî paşxistina serdanê nehate kirin.”

Rêzan Heme Salih Axa got jî, piştî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê, hinek rojnameyên Îtalyayê weke şîrove behsa hilweşandina serdana Papa dikin, lê “em bi fermî nehatine agadarkirin ku serdana Papa hatibe hilweşandin.”

Biryar e Papayê Vatîkan meha Adarê serdana Iraqê bike û roja Yekşemê 7ê Adarê serdana Herêma Kurdistanê bike û li gel Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bicive.

Ew çend sal e ku behsa serdana Papa bo Iraqê û Herêma Kurdistanê tê kirin, lê bi sedema şerê DAIŞê û pêşhatên li wî welatî, ew serdan di salên derbasbûyî de dihat paşxistin.

Tê çaverêkirina Papa di wê serdana xwe de, ji bo agahdarbûn ji rewşa krîstiyanan serdana Deşta Neynewayê jî bike.

Rudaw
Top