• Monday, 01 July 2024
logo

Ji Optimarê rapirsiya ‘Bila HDP bê girtin?’

Gulan Media February 17, 2021 Nûçe
Ji Optimarê rapirsiya ‘Bila HDP bê girtin?’
Li gorî encamên rapirsiya Kompanyeya Lêkolîna Optimarê ya “Bi ya we bila HDP bê girtin?” Ji sedî 66 beşdarvan dibêjin “erê.” Rapirsî li kîjan bajaran û bi çend kesan re hatiye kirin, nehat parvekirin.

Serokê Kompanyeya Lêkolîna Optimarê Hilmî Daşdemîr encamên rapirsiya bi navê “Bi ya we bila HDP bê girtin?” parvekir.

Di derbarê girtina HDPê de, piştgirya herî mezîn hilbihêrên Partiya Tevgera Netewperest (MHP) didin ku serokê wê partiyê Devlet Bahçelî girtina HDPê anîbû rojevê.

Ji sedî 66 beşdarvanên rapirsiyê dixwazin HDP bê girtin, ji sedî 17.6 dibêjin “raman tine” û ji sedî 16.4 jî dibêjin “na.”

Li gorî rapirsiyê ji sedî 78 dendgdêrên Ak Partiyê, ji sedî 82 dengdêrên MHPê, ji sedî 72 dengdêrên IYI Partiyê, ji sedî 52 dengdêrên CHP û ji sedî 7.2 dengdêrên HDPê dibêjin bila HDP bê girtin.

Herwiha ji bilî dengdêrên HDPê, herî zêde dengdêrên CHP ji sedî 31.8 naxwazin HDP bê girtin.

Serokê Kompanyeya Lêkolîna Optimarê Hilmî Daşdemîr di derbarê encamên rapirsiyê de li ser hesabê xwe yê Twitterê dibêje “Ez jî wek kesek Neteweyê Tirk di nêrîna girtina HDPê de me” ev yek jî li ser serxwebûn û bêalîbûna rapirsiyê gumanan zêde kir.

Rudaw
Top