• Monday, 01 July 2024
logo

DAIŞê bazirganekî Kurd kuşt û ji bo radestkirina termê wî 100 hezar dolar dixwaze

Gulan Media February 16, 2021 Nûçe
DAIŞê bazirganekî Kurd kuşt û ji bo radestkirina termê wî 100 hezar dolar dixwaze
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand; bazirganekî Kurd piştî ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hat revandin û hat kuştin, ji bo radestkirina termê wî 100 hezar dolar dixwazin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşkere kir; rêxistina terorî ya DAIŞê bazirganê Kurd ê bi navê Ebas Xizir Cume yê 25 salî û xelkê gundê devera Hesekê, revand.

Li gor daxuyaniya Çavdêriyê, bûyera revandin û kuştina bazirganê Kurd, li nêzîkî gundê Kiwaşiye yê navbera Şedadî û gundên başûrê Hesekê hatiye encamdan.

Kiryara terorî piştî wê yekê hat zanîn ku wêne û vîdyoya dema kuştina wî, bi rêya telefona bazirganê Kurd, ji hevjîna wî re hatiye şandin.

Di vîdyoyê de çawaniya encamdana kuştinê diyar e, bazirgan li ser çog e û destên wî li paş wî hatine girêdan, dengê kesekî tê bihîstin û dîmena wî ne diyar e, berî teqandina gulleyê li ser bazirgan, dibêje: “Ev bi eslê xwe Kurd e, li cem hêzên navxweyî dixebite.”

Birayê bazirganê Kurd, Deham Xizir Cume diyar kiriye: “Kesên nenas, birayê min û şirîkê wî Mihemed Zahîr Abir, ku ew jî hatiye kuştin, bi xapandina kirîna otomobîlê, revandine.”

Deham Xizir Cume herwiha eşkere kiriye: “Bi rêya name, terorîst ji bo radestkirina termê wî, 100 hezar dolar dixwazin û dibêjin bişînin Tirkiyê.”

Cume diyar kir: “Birayê min di pêwendiya herî dawî ya telefonî de di 4ê vê mehê de got 'ez hatime revandin û li devera Şedadî me', piştî wê pêwendiya me qut bû heta 8 rojan, lê zanyariyên telefona wî derdixe holê ku birayê min û şirîkê wî, li devera Behre ya deşta Dêrezorê hatine kuştin.”

Top