• Monday, 01 July 2024
logo

Erdogan: Gare ket, ev kar qediya

Gulan Media February 16, 2021 Nûçe
Erdogan: Gare ket, ev kar qediya
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, her çiqas pêwîst bike dê li wan cihn bimînin ku bi gotina wî bûne “navçeyên aram.” Erdogan got: “Gara ket, bi îzna Xwedê ev kar qediya.”

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li Salona Sporê ya Hayrî Gur di Kongreya Trabzonê ya Asayî ya 7emîn a partiya xwe de axivî.

Recep Tayyip Erdogan di axavtina xwe de got ku li nav wan navçeyên ku ew weke navçeyên aram bi nav dike, her çiqas pêwîst bike dê hêzên wan têde bimînin, ji bo ku careke din rastî êrîşên weke ya Gare neyên.

Erdogan dibêje PKK li kîjan şikeftan xwe veşêrin ew dê biçin nava wan şikeftan ku wan ji nav bibin

Erdogan herwiha rexne ji wan kesan girt ku bi gotina wî piştevaniya PKK dikin û got: “Riyakariya kesên ku piştgiriya rêxistina terorê dikin hêrsa me zêde dike, lê rastiya gavên ku em diavêjin, hereketên ku dikin û polîtîkayên me piştrast dike. Di bûyera înfazkirina 13 însanên mesûm de ji xeynî çend dengên lawaz dengê kesî derneket. Ey Rojava hûn li ku derê ne?”

Serokomarê Tirkiyê herwiha destnîşan kir dê tevgerên xwe ya ku gelek pêşva çûne di heyama pêş de “li herêmên ku gef û talûke zêde ne” berfireh bikin û wiha got: “Ji bona cardin rastî êrîşên bi vî rengî neyên li ciyên ku hatine ewledarkirin çiqas hewce bike em dê ewqas bimînin.”

Erdogan herwiha got: “Gare navçeyeke zehmet bû, lê Gare ket û ji ber wê em dê li navçeyên aram ên ku hatine çêkirin bimînin.”

Ji aliyê din ve her îro Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar jî di civîna koma partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyê têdildarî kuştina 13 serbazên dîl di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de axivî û got, ew kuştina 13 serbazên Tirkiyê li Gare şermezar dikin û daxwaza pêkanîna komisyonekê serbixwe ji bo lêkolînê ji bûyerê û eşkere kirina raporta pizîşkî ya dadê ji bo raya giştî dikin.

Rudaw
Top