Îtaliya êrîşa ser Hewlêrê mehkûm kir
![Îtaliya êrîşa ser Hewlêrê mehkûm kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/itali.jpg )
Wezareta derve ya Îtaliyayê derbarê êrîşa mûşekî ya duhê bişev bo ser Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya han de wezareta derve ya Îtaliyayê bi tundî êrîşa han mehkûm kiriye û sersaxî daye malbeta qurbaniyên êrîşê.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de Îtaliya eşkere kiriye ku piştîvaniya hikûmeta Kurdistanê û Îraqê dike û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku Îtaliya beriya niha şerê dijî terorê kiriye û niha û di pêşerojê de jî berdewam dibe li ser şerê dijî terorê.