• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî li gel balyozê Danîmarkayê civiya

Gulan Media February 16, 2021 Nûçe
Serok Barzanî li gel balyozê Danîmarkayê civiya
dibêje lazime kêşe bi diyalogê werin çareserkirin.
Behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Danimarkayê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Danimarkê ya li Bexdayê Stig Paolo Piras kir.

Di civînê de balyozê Danimarkê dilgiraniya xwe li hember êrîşa mûşekî ya duhê şev ya bo ser Hewlêrê diyar kir û rêzdariya xwe jî li hember aramî, ewlekarî û pêşkeftina ku li Kurdistanê de heye diyar kir.

Stig Paolo Piras di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku Danimark endamê hevpeymaniya cîhanî ya dijî terorê ye û di warê perwerde kirinê de hevkariya artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge kiriye.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kir ku lazime kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî ev yek anî ziman ku têk birina terorê pêdiviya xwe bi hevkarî û hemahengiya pir alî heye û got: Raste ku niha di ware leşkerî de DIŞI hatiye têkbirin, lê hîn jî sedemên derketina DIŞIê li holêne, û ew jî bûye sedema serhildana bihêztir ya terorê.

Derbarê kêşeyên navbera Kurdistan û hikûmeta fedralî de jî Serok Barzanî diyar kir ku, lazime kêşeyên han bi rêya diyalogê û di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.

Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku cîhbicîh kirina destûrê dibe sedema vegerandina aramiyê bo Îraqê û dibe fakterek daku pêkhateyên Îraqê bihev re bijîn.

Rewşa giştî ya deverê û Îraqê û herwiha hilbijartinên pêş yên Îraqê mijareke din ya civîna han bûn.
Top