• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Danîmarkê kir

Gulan Media February 16, 2021 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Danîmarkê kir
kanada dubare balyozxaneya xwe ya li Îraqê vekiriye.
Berî nîvroya îro sêşem 16.02.2021 Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Balyozê Danîmark li Iraqê Stig Paolo Piras kir.

Di hevdîtinê de ji bilî diyarkirina hevsoziya Danîmarkayê li gel herêma Kurdistanê ya ji bo êrîşa şeva derbasbûyî ya li ser Hewlêrê, her du alî pêşxistina peywendiyên herêma Kurdistan û Iraqê li gel Danîmark, giftûgoya Hewlêr – Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan, bûdceya giştî ya Iraqê ya ji bo sala 2021 û beşa Herêma Kurdistanê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rola Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî li hevkarî û piştgîrîkirina Iraqê ya ji bo derbasbûna kêşe û qeyranan û rûbirûbûna gefan guftûgo kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo dûbare vekirina Balyozxaneya Danîmark li Bexda, pîrozbahiyê li Stig Paolo Piras kir û bi hengavekî girîng ya ji bo hevkarîkirina Iraqê zanî. Her wiha spasî piştgîrî û hevkariyên Danîmark ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletî da kir, bi taybetî jî meşq û rahênana bi artêşa Iraq û Pêşmerge li çarçêweya erkê Natoyê de, her wiha hêvî xwest Danîmark hevbeşî û alîkariyê li Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetir bike û girîngiyê bi warê veberhênan û sermayeguzariya Danîmarkî li Herêma Kurdistanê bide.

Girîngiya parastina aramî û hebûna hemahengiya emnî û serbaziya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê li navçeyên maddeya 140, pêşhatên dawî yên di derbarê belavbûna Kovid-19 û hengavên derziya dijî pejik û virusa Korona, rewşa navçeyê bi giştî û çend babetekî dinê girîngê hevbeş, beşeke dinê hevdîtinê bûn.
Top