• Monday, 01 July 2024
logo

Kanada êrîşên ser Hewlêrê mehkûm dike

Gulan Media February 16, 2021 Nûçe
Kanada êrîşên ser Hewlêrê mehkûm dike

di encama êrîşê de welatiyek canê xwe ji dest dabû.
Dibêje em piştîvanê xelkê Kurdistanê ne.

Nuneratiya Kanadayê ya li Hewlêrê derbarê êrîşa mûşekî yaku duhê bi şev bo ser Hewlêrê pêk hatibû, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku Kanada bi tundî êrîşên han mehkûm û şermezar dike û tekez li ser vê yekê jî hatiye kirin ku Kanada piştîvanê xelkê Kurdistanê ye.

Di beşeke din ji daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Kanada piştgîriya hewlên hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Îraqê yên bo lêkolîn kirin li ser êrîşan û dîtina berpirsên êrîşê dike.

Weke tê zanîn di encama êrîşa mûşekî ya duhê şev ya bo ser Hewlêrê kesek canê xwe ji dest da û 10 kesên din jî birîndar bibûn.

K24
Top