• Monday, 20 May 2024
logo

Almanyayê êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê şermezar kir

Almanyayê êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê şermezar kir
Almanyayê li hember êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê bertek nîşan da û ragihand, em vê êrişê bi tundî şermezar dikin.

Wezareta derve ya Almanya bi daxuyaniyekê êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê ku şeva borî pêk hat, bi tundî şermezar kir û sersaxî da malbatên qurbaniyan û hêviya şifayê ji bo birîndaran xwest.

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Derve ya Almanyayê dibêje: “Em êrişa rokêtî ya li ser binkeya asmanî û bajarê Hewlêrê bi awayê herî tund protesto dikin.”

Wezareta Derve ya Almanyayê herwiha tekez dike: “Em dê mil bi mile Iraqiyan di şerê dijî terorê de û ji bo istiqrarê berdewam bin.”

Pêştir jî welatên weke Amerîka, Neteweyên Yekbûyî, Holande, Tirkiye û Brîtanyayê êrîş bi tundî şermezar kiribûn.

Şeva Dûşemê 15ê Sibata 2021ê demjimêr 21:30 çend mûşek li çend cihên nêzîkê Firokexaneya Hewlêrê ketin xwarê.

Çend çavkaniyan ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji medyaya welatê xwe re gotine, 14 mûşek li derveyî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê [ li nêzîk binkeya hêzên Amerîkayê ketine xwarê, di encamê de belênderekî sivîl hatiye kuştin û pênc Amerîkî jî birîndar in.

Rudaw
Top