• Monday, 01 July 2024
logo

Brîtanya êrîşa ser Hewlêrê şermezar dike

Gulan Media February 16, 2021 Nûçe
Brîtanya êrîşa ser Hewlêrê şermezar dike
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê êrîşa mûşekî ya şeva din a ser Hewlêrê şermezar dike û piştevaniya xwe ji bo Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî nîşan dide.

Dominic Raab, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê, êrîşa şeva din a ser Hevpeymanan a li bajarê Hewlêrê şermezar kir û ragihand; ev kiryar nayê qebûlkirin û gelê Iraqê jî milîsên çekdar efû nake, ku aramiya welatê wan dixin metirsiyê.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê piştevaniya welatê xwe ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî nîşan dide ji bo lêpirsîna di encamderên vê kiryarê de.

Top