• Monday, 01 July 2024
logo

Kiliçdaroglu bo operasyona Gare mînaka Ocalan da

Gulan Media February 16, 2021 Nûçe
Kiliçdaroglu bo operasyona Gare mînaka Ocalan da
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di derbarê oprasyona Gare de mînaka girtina Ocalan da û dibêje Bulent Ecevît operasyona girtina Ocalan ji hevjîna xwe re jî negotiye.

Serokê Partiya Komarî a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîna gruba partiya xwe de derbarê operasyona li Çiyayê Gare û kuştina 13 esîran de axivî û rexne li desthilatê kir.

Kiliçdaroglu di derbarê kuştina 13 esîrên ku di destê PKKê de amaje bi bê yekê kir ku 5-6 sal in ew lêşker di destê PKKê de bûne û ji bo rizgar kirina wan tiştek nehatiye kirin di encamê de jî ew esîr tev hatine kuştin.

Kiliçdaroglu ragihand ku Tirkiye ketiye rewşeke wisa ku lir ser kuştina leşkeren ji hev hesap dipirsin.

Herwiha Kiliçdaroglu li ser kuştina esîran rexne li desthilatê dike ku ji ber ku mijaran esîran hertim di ser guhên xwe de qelavtine.

Kiliçdaroglu rexneyên xwe bi vî rengî berdewam dike ku di derbarê mijarê de çima parêzgerê Meletê daxuyanî dide, wek mijara Îdlîbê ku 33 leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin û parezgerê Hatayê daxuyanî belav kiribû.

Kiliçdaroglu diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan gotiye ku ew ê mizgîniyê bide lê hemû esîr hatine kuştin piştre tirsiyane ku daxuyanekî jî bidin.

Kiliçdaroglu di derbarê oprasyona Gare de mînaka girtina Ocalan jî da û dibêje Bulent Ecevît operasyona girtina Ocalan ji hevjîna xwe re jî negotiye.

Berî niha di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de 13 leşkerên Tirkiyê ku di destê PKKê de esîr bûn, hatine kuştin. Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan 13 serbazên dîl tometbar dikin. Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê dibêjin, PKKê di dema operasyona li Çiyayê Gare de ew serbazên Tirkiyê kuştine û gule li ser û stuyê wan dane. Lê PKK wê yekê weke tomet bi nav dike û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê red dike.

Artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Çengê Baz-2 destpê kir û di 14ê Sibata 2021an Wezîrî Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar li Şirnexê bidawîbûna operasyonê ragihandibû.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye, di şerê Gare de tenê 3 efserên wan hatine kuştin û 3ê din jî birîndar bûne, di hember de jî 48 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 gerîlla jî hatine desteserkirin.

Lê Hêzên Parastina Gel (HPG) jî dibêje, ew amarên artêşa Tirkiyê derbarê şerê Gare de belav kirine nerast in û heta niha kuştina zêdeyî 30 serbazên Tirkiyê li Gare ragihandiye. HPG herwiha ragihandiye, ew dê di demeke nêzîk de amarên taybet bi şerê li Gare belav bikin.

Rudaw
Top