• Monday, 01 July 2024
logo

Tirkiyê êrişa mûşekî li ser Hewlêrê şermezar kir

Gulan Media February 16, 2021 Nûçe
Tirkiyê êrişa mûşekî li ser Hewlêrê şermezar kir
Wezareta Derve ya Tirkiyê êrîşa mûşekî ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Bi tundî wê êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê şermezar dikin ku cihê niştecihbûna welatiyên sivîl armanc kiribû.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand jî, “Sersaxiya xwe ji xelkê Hewlêr û endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re radigihînin.”

Di daxuyaniya wezareta derve ya Tirkiyê de hatiye gotin jî, “Divê aramî û ewlehî ji bo navçeyê vegere, rêgirî li grûpên teroristî bê kirin, rêz li serweriya welatan û sazî û dezgehên niştimanî bê girtin.”

Basnews
Top