• Monday, 01 July 2024
logo

Balyozê Brîtanya: Em piştevaniya hewldanên Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî dikin bo lêkolîna li ser êrîşa mûşekî

Gulan Media February 16, 2021 Nûçe
Balyozê Brîtanya: Em piştevaniya hewldanên Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî dikin bo lêkolîna li ser êrîşa mûşekî
Balyozê Brîtanyayê li Iraqê piştevaniya xwe bo hewldanên serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û serokê hikûmeta federal a ji bo lêkolîna li ser êrîşa mûşekî ya şeva borî li ser bajarê hewlêrê ragehand.

Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hickey bi tundî êrîşa şeva borî ya li ser bajarê Hewlêr a paytexta herêma Kurdistanê û hêzên hevpeyman şermezar kir î serxweşî li malbata peymankarê sivîl kir ku di encama wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû.

Herwaha diyar kir ‘’Ewên ku ji vê bûyerê berpirsyarin, pêwîste bigehin cezayê xwe û em piştevaniya hewldanên Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî dikin bo lêkolîna li vê bûyerê.’’

Herwaha teqez jî kir hêzên hevpeyman li ser daxwaza hikûmeta Iraqê bo şerê li dijî DAIŞê li Iraqê ne. ew êrîşane jî dibin sedemên tirsandina hemwelatiyên sivîl û têkdana seqamgiriya hemû Iraqê û bandorê li ser tekoşîna dijî DAIŞê dibe.

Basnews
Top