Balyozê Brîtanya: Em piştevaniya hewldanên Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî dikin bo lêkolîna li ser êrîşa mûşekî
![Balyozê Brîtanya: Em piştevaniya hewldanên Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî dikin bo lêkolîna li ser êrîşa mûşekî](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/98095ae8031c20973d1623c074aaf2f3_L.jpg )
Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hickey bi tundî êrîşa şeva borî ya li ser bajarê Hewlêr a paytexta herêma Kurdistanê û hêzên hevpeyman şermezar kir î serxweşî li malbata peymankarê sivîl kir ku di encama wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû.
Herwaha diyar kir ‘’Ewên ku ji vê bûyerê berpirsyarin, pêwîste bigehin cezayê xwe û em piştevaniya hewldanên Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî dikin bo lêkolîna li vê bûyerê.’’
Herwaha teqez jî kir hêzên hevpeyman li ser daxwaza hikûmeta Iraqê bo şerê li dijî DAIŞê li Iraqê ne. ew êrîşane jî dibin sedemên tirsandina hemwelatiyên sivîl û têkdana seqamgiriya hemû Iraqê û bandorê li ser tekoşîna dijî DAIŞê dibe.
Basnews