• Monday, 01 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî bo Netewên Yekbûyî: Metirsiya êrişa ser Hewlêrê pir bi ciddî werbigirin

Gulan Media February 16, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî bo Netewên Yekbûyî: Metirsiya êrişa ser Hewlêrê pir bi ciddî werbigirin
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî têkildarî êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê peyamek belav kir û têde ragihand: “Em bi tundî vê êrişê şermezar dikin.”

Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî êrişa şeva bihorî ya li ser bajarê Hewlêrê weke êrişeke terorîstî bi nav dike û dibêje: “Em êrişa terorîstî ya şeva borî ku bi moşekan li ser Hewlêrê hat kirin û bû sedema jiyan ji destdana kesekî û birîndarbûna neh kesên din ku hejmarek ji wan amerîkî ne, bi tundî şermezar dikin. Em sersaxiyê li kesûkarên kesê qurbanî dikin û hêviya zûbaşbûnê ji birîndaran re dixwazin.”

Nêçîrban Barzanî bang li Encûmena Asayişa Netewên Yekbûyî dike û dibêje: “Em daxwazê ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku metirsiya wê êrişê pir bi ciddî werbigirin û kar bikin ji bo girtina rê li ber nehîştina gefan li ser şêniyên Herêma Kurdistanê bi rêya handana hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina destûra Iraqê û bi taybetî madeya 140î.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de daxwazekê ji Serokwezîrê Iraqê jî dike û tekez dike: “Ez daxwazê ji serokwezîrê rêzdar û fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê û fermandeyiya hêzên hevpeymanan li Iraqê dikim, bi lez mekanîzma hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê çalak bikin û hêzên asayîş û pêşmerge ligel artêş û dezgeh û hêzên iraqî bi beşdariya hevpeymanan li wê navçeyê, bi hev re kar bikin û hevaheng bin.”

Tevahiya peyama Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê:

Ez êrişa terorîstî ya şeva borî ku bi moşekan li ser Hewlêrê hat kirin û bû sedema jiyan ji destdana kesekî û birîndarbûna 9 kesên din ku hejmarek ji wan amerîkî ne, bi tundî şermezar dikin. Sersaxiyê li kesûkarên kesê qurbanî dikin û hêviya zûbaşbûnê ji birîndaran re dixwazin.

Ez daxwazê ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku metirsiya wê êrişê pir bi ciddî werbigirin, kar bikin ji bo nehîştina gefan li ser xelkê Herêma Kurdistanê bi rêya handana hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina destûra Iraqê û bi taybetî madeya 140î.

Ez daxwazê ji serokwezîrê rêzdar û fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê û fermandeyiya hêzên hevpeymanan li Iraqê dike, bi lez mekanîzma hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê çalak bikin û hêzên asayîş û pêşmerge ligel artêş û dezgeh û hêzên Îraqî bi beşdariya hevpeymanan li wê navçeyê, bi hev re kar bikin û hevaheng bin.

Nebûna hevahengiyê û hebûna hinek hêz û grûpên çekdarî li derveyî ferman û desthilata hikûmeta federalî, bûne sedema aloziya navçeyê û wisa kiriye ku gefeke berdewam li ser Herêma Kurdistanê hebe.

Daxwazê ji birêz Serokwezîrê Iraqê dikim bi lez komîteyeke hevbeş ya lêkolînê ji hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta federal dest bi kar bike û di zûtirîn dem de êrişkar werin dîtin û cezayê xwe yê yasayî werbigirin.

Rudaw
Top