• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîrên Kurdistan û Îraqê peyam dan

Gulan Media February 16, 2021 Nûçe
Serokwezîrên Kurdistan û Îraqê peyam dan
îşev êrîşî ser Hewlêrê hate kirin.
Derbarê êrîşa mûşek bo ser Hewlêrê de peyam dane.

Îşev Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê êrîşên mûşekî yên bo ser Hewlêrê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye: Bi tundî ev êrîşa han mehkûm dike, aliyên têkildar dest bi lêkolînên girîng û berfire kirine bo dîtina çavkaniyên avêtina mûşekan.

Serokwezîr herwiha daxwaz ji xelkê Kurdistanê kiriye daku aram be.

Ji aliyeke din ve Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî kêliyek beriya niha daxwaza pêkanîna bilez ya komîteyek bo lêkolîn kirina ser êrîşên mûşekî ya ser Hewlêrê bike.
Top