Nûnera NYê derbarê êrîşa mûşekî ya Hewlêrê de daxwaza hemahengiya Hewlêr û Bexdayê dike
![Nûnera NYê derbarê êrîşa mûşekî ya Hewlêrê de daxwaza hemahengiya Hewlêr û Bexdayê dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/cb85de5a55aa083d5963528818ba54a7_L.jpg )
Îro 16.02.2021ê nûnera taybet a sekretere giştî yê NYê li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di twitekî de ragehand, bi tundî êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê em şermezar dikin.
Jeanine Hennis-Plasschaert amaje bi wê yekê jî kir ku ew êrîşa tirsonekî û zêdegavî, metirsiyeke mezine bo ser seqamgiriya Iraqê û ragehand, pêwîste Iraq xwe rikaberiya derve biparêze.
Nûnera taybet a sekreterê giştî yê Nyê li Iraqê daxwaza hemahengiya zêde ya di navbera Hewlêr û Bexdayê kir bo ku tewanbar derkevin pêş dadgehê.
Basnews