Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozên Fransa û Almanya civiya
![Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozên Fransa û Almanya civiya](https://gulanmedia.com/public/site/images/single/1.jpg)
Êvariya îro dûşem 15.02.2021 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanîpêşwaziya her yek ji birêzan Bruno Aubert Balyozê Fransa û Yle Diel Balyozê Almanya li Iraqê kir.
Di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Almanya û Fransa, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, kêşeyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina wan, babeta pişka Herêma Kurdistanê li budceya giştî ya Iraqê da ya sala 2021, rewşa navçeyên maddeya 140, metirsiyên serhildana terorê û kirdarên Da’îş, erk û bernameya Nato li Iraqê, rûbirûbûna virusa Korona û encamên wê, gefên li ber Iraq û Herêma Kurdistanê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û rola Neteweyên Yekgirtî ya li vî derbarî de hate guftûgo kirin.
Di civînê de tekez li ser rol û bandora Yekîtiya Ewrupa û civaka navdewletî bi giştî li yarmetîdana Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyên wan û rûbirûbûna gefan û derbaskirina qeyranan kirin û her du alî hevre bûn ku bi navê aramiya Iraqê da pêwîste kêşeyên wan bêne çareser kirin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna spas û pêzanînên ji bo hevkariyên Almanya û Fransa yên ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê, tekez li ser pêwîstiya Herêma Kurdistan û Iraqê bi yarmetiya civaka navdewletî ya ji bo çareserkirina kêşeyên wan û derbaskirina qeyranan kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo rêkeftin û çareserkirina yek cariya tevahiya kêşeyên li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê li ser bingeha destûrê nîşan da.
Di civînê de ku birêzan Konsolê Giştî yê Fransa û Almanya li Herêma Kurdistanê û hejmarek ji dîplomatkar û berpirsên ji Serokayetî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, çend babeteke din yên girîng û hevbeş, xistin ber behs û guftûgoyan.