• Monday, 01 July 2024
logo

Wezîrê derve yê Amerîkayê telefûna Serokwezîr kir

Gulan Media February 16, 2021 Nûçe
Wezîrê derve yê Amerîkayê telefûna Serokwezîr kir
behsa êrîşa mûşekî ya duhê şev kirin.
Behsa êrîşa mûşekî ya duhê şev kirine.

Îro danê sibê wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi rêya telefûnê peywendî bi Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve kir.

Di peywendiya han ya telefûnî de behsa êrîşa mûşekî yaku duhê bi şev bo ser Hewlêrê pêk hatibû hatiye kirin û her du aliyan hevxemiya xwe bo qurbanî û kesûkarên qurbaniyan diyar kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê ev êrîşa han bi êrîşeke tirsinokane wesif kiriye û daxwaz ji wezîrê derve yê Amerîkayê kiriye daku piştîvaniya lêkolîna hevbeş ya hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî ya bo diyar kirin û dadgeh kirina bikerên êrîşa han kiriye.

Her du alî li ser vê yekê hemfikir bûn ku li ser mijarê di têkiliyên berdewam de bin.

Top