• Monday, 01 July 2024
logo

Li Hewlêrê bi mûşekan êriş kirin

Gulan Media February 15, 2021 Nûçe
Li Hewlêrê bi mûşekan êriş kirin
Li Hewlêrê hinek kesên nasnameya wan nehatiye zanîn bi mûşekan êriş kir. Li gor agahiyên destpêkê 2 kes birîndar bûne. Çavkaniyên ewlekariyê dibêjin mûşek ji aliyê Heşda Şeibî ve arastey Hewlêrê hatine kirin.

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurahman ragihand ku 8 mûşek li nêzîkî Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêr, Taxa Bextiyarî û derdora Naz Cityê ketine.

Senger Ebdurahman diyar kir ku ev car e yekemîn e ku bi mûşekan êriş li cihên niştecîbûnê bûye û du kesên di nav otomobîla xwe de ji ber mûşekan bi sivîkî birîndar bûne û ew ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Çavkaniyek pilebilind ji ewlekariyê ji Rûdawê re got: “Li gor agahiyên me bidest xistine mûşek ji nêzîkî navçeya Dubiz a Kerkûkê hatine avêtin. Em di wê baweriyê de êriş ji aliyê Heşda Şeibê ve hate kirin.”

Ji aliyê din ve Dijê Terora Herêma Kurdistanê jî ragihand ku du mûşek li Firokexaneya Navnetewî ya Hewlêrê ketine yek jî hate têkbirin.

Rudaw
Top