• Monday, 01 July 2024
logo

Vîrusa nû ya Koronayê gihîşt Iraqê jî

Gulan Media February 15, 2021 Nûçe
Vîrusa nû ya Koronayê gihîşt Iraqê jî
Endamekî komîsyona tenduristî ya parlementoya Iraqê ragihand, vîrusa nû ya Koronayê gihîştiye Iraqê.

Parlementerê Iraqî û endamê komîsyona tenduristiyê, Cewad Mûsewî îro ji medyaya Iraqê re gotiye, vîrusa nû ya Koronayê gihîştiye Iraqê jî.

Cewad Mûsewî daye zanîn, vîrusa han hefteyek e derbasî Iraqê bûye lê ji ber ku amûrên taybet yên teşxîsa wê vîrusê li Iraqê nebûn, wezareta tenduristiyê nekarîbû zûtir tomar bike.

Wî parlementerê Iraqê ragihandiye jî, ev çend roj in hejmara pêketî û miriyên Koronayê li Iraqê gelekî zêde bûye, ev jî nîşan dide ku vîrusa nû ya Koronayê xirab belav bûye.

Hîn nayê zanîn vîrusa nû ya Koronayê li ku derbasî Iraqê bûye û hejmara pêketiyên wê vîrusê jî çend kes in.

Ev demek e vîrusa nû ya Koronayê derbasî welatên cîranên Iraqê yên mîna Îran û Tirkiyê bûye.

Pispor dibêjin, şiyana belavbûna vîrusa nû ya Koronayê ji vîrusa Covid-19 gelekî zêdetir e. Ew vîrus destpêkê li Brîtanya hat dîtin, ji ber wê jê wek “Vîrusa Înglîz” jî tê binavkirin.

Basnews
Top