Li Sûriyê 6 çekdarên Îranê hatin kuştin
![Li Sûriyê 6 çekdarên Îranê hatin kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/ea537017ac8d13b9af51976af6d775a8_L.jpg )
Îro 15.02.2021ê balefirên şer ên Îsraîlê derdora Şam a paytexta Sûriyê bombebaran kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand, ji ber bombebaranê ku binkeyê fîrqeya 4 a artêşa rejîma Sûriyê kir armanc 6 çekdarên milîsên ser bi Îranê hatin kuştin.
Îran ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê yê destpêka Adar a 2011ê ve, li dijî grubên çekdarên opozîsyonê bi şandina çek û çekdaran ve piştevaniya rejîma Sûriyê dike û berpirsên Îsraîlê jî berdewam behs dikin ku rê nadin milîsên ser bi Îranê ji sînorê Îsraîlê nêzîk bibin.
Basnews