• Monday, 01 July 2024
logo

Li Sûriyê 6 çekdarên Îranê hatin kuştin

Gulan Media February 15, 2021 Nûçe
Li Sûriyê 6 çekdarên Îranê hatin kuştin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan radigehîne 6 çekdarên milîsên ser bi Îranê li Sûriyê hatin kuştin.

Îro 15.02.2021ê balefirên şer ên Îsraîlê derdora Şam a paytexta Sûriyê bombebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand, ji ber bombebaranê ku binkeyê fîrqeya 4 a artêşa rejîma Sûriyê kir armanc 6 çekdarên milîsên ser bi Îranê hatin kuştin.

Îran ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê yê destpêka Adar a 2011ê ve, li dijî grubên çekdarên opozîsyonê bi şandina çek û çekdaran ve piştevaniya rejîma Sûriyê dike û berpirsên Îsraîlê jî berdewam behs dikin ku rê nadin milîsên ser bi Îranê ji sînorê Îsraîlê nêzîk bibin.

Basnews
Top