Serok Barzanî li gel Jeanine Hennis-Plasschaert civiya
![Serok Barzanî li gel Jeanine Hennis-Plasschaert civiya](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/sarok_0.jpg )
Di civînê de behsa prosesa siyasî ya Îraqê hate kirin.
Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya nunera taybet ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyasî, pêşhatên li Îraqê û danûstandinên navbera Kurdistan û hikûmeta fedralî hate kirin û her du alî balkêşandine ser astengiyên li berdem cîhbicîh kirina rêkeftina normal kirina rewşa Şingalê.
Her di civînê de Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand ku NY hana Kurdistan û Îraqê dide daku berdewam bin li ser afirandina rewşeke goncaw bo domandina diyalog û danûstandinên heyî yên di nabera her du aliyan de.
Serok Barzanî jî piştîvaniya xwe bo diyaloga heyî di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê de diyar kir û ragihand ku eger di demên derbasbûyî de destûr weke xwe hatiba cîhbicîhkirin vê niha ev kêşeyên ku îro hene, serî hilnedabana.