• Monday, 01 July 2024
logo

Di hilbijartina Katalonyayê de partiyeke dijî serxwebûnê biser ket

Gulan Media February 15, 2021 Nûçe
Di hilbijartina Katalonyayê de partiyeke dijî serxwebûnê biser ket
Piştî cudakirina ji sedî 99ê dengên hilbijartina Parlamentoya Katalonyayê, partiyeke dijî serxwebûnê piraniya kursiyan bidest xistin û şahiya serkeftinê saz kir. Partiya Sosyalîst ku rasterast ser bi hikûmeta Madrîdê ye, ji 135 kursiyên parlamentoyê 33 kursî bidest xistin.

Parlamentoya herêma Katalonya ji 135 kursiyan pêk tê û jibo pêkanîna hikûmetê, her partiyekê yan hevpeymaniyekê pêwîstiya wan bi 68 kursiyan heye.

Slavador Illa, Berbijêrê Partiya Sosyalîst bo Parlamentoya Katalonyayê dibêje: “Li Katalonyayê guhertin birêve ye, serkeftina îro pêngaveke mezin e, lê ev tenê destpêk e, guhertinên zêdetir dibin.”

Wiha naxuye şahiya partiya ser bi hikûmeta Madrîdê zêde dirêj bibe, ji ber partiyên serxwebûnxwaz ên Katalonyayê dikarin bibin yek û hikûmetê pêk bînin ku 74 kursî bidest xistine.

Her yek ji Partiya Çep a Komarî ya Katalonya, Partiya Nihevre Bo Katalonya û Partiya Gel ku di hilbijartina 2017an 70 kursî bidest xistibûn, di vê hilbijartinê de 4 kursiyên xwe zêde kirine.

Pere Aragones, Berbijêrê Partiya Çep a Komarî ya Katalonya dibêje: “Dixwazim peyamekê arasteyî berpirsên Ewropî bikim, encamp zelal in, partiyên serxwebûnxwaz piranî bidest xistine, gehiştine ji sedî 50ê dengên giştî. Xelkê Katalonyayê raya xwe diyar kirin, dema wê hatiye derbarê referandûma mafê çarenivîsê de gotûbêjê bikin. Tika ye ber bi me de werin.”

Ya ji hemûyan girîngtir û li ber çav ew e ku partiyên serxwebûnxwaz ligel dijayetîkirineke dijwar a hikûmeta navendî û girtina çendîn serkirde û berpirsên wan ên payebilind, hê jî piştgiriyeke wan a zêde ya civakî heye.

Partiyên serxwebûnxwaz bi eşkere propagandeya wê yekê dikin ku dixwazin pirsa serxwebûnê germ bikin.

Laura Borras, Berbijêra Partiya Bihevre Bo Katalonya amaje bi meyla serxwebûnxwaziyê li Katalonya dike û tekez dike:“Em xwediyê dengan in û deng jî dibêjin ku meyla Katalonya ya serxwebûnê heye. Îşev tevgera serxwebûnxwaz bi kursî û deng biriye, careke din Maddeya 155 li Katalonyayê xesirî.”

Xaleke din a berçav di vê hilbijartina Katalonyayê de ew e, dengên partiyên dijî Îslamiyan jî zêde bûne, Partiya VOX ku partiyeke rast e, di hilbijartina borî de 11 kursî bidest xistibûn, tê gotin ku di vê hilbijartinê de hejmara kursiyên xwe zêde kiriye.

Rudaw
Top