Amerîka daxuyaniyek derbarê kuştina 13 welatiyên tirk li çiyayê Garê belav kir
![Amerîka daxuyaniyek derbarê kuştina 13 welatiyên tirk li çiyayê Garê belav kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1613367657Depart,emtOfstate.jpg )
Wezareta Derve ya Amerîka derbarê kuştina wan 13 revandiyên tirk de daxuyaniyek belav kir û tê de hat, “Em li gel hevkarên xwe yên NATOyê radiwestin û hevxemiya xwe ji bo malbatên wan kesên ku di şerê vê dawiyê de canê xwe ji dest dane nîşan didin.”
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar duhî bidawîhatina operasyona wan a leşkerî ya li çiyayê Garê li dijî PKKê ragihandibû. Akar da zanîn jî, 13 welatiyên tirk ku ji aliyê PKKê ve hatibûn desteserkirin, termên wan di şikeftekê de kuştî hatibûn dîtin.
Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, eger kuştina wan 13 welatiyên tirk bi destê PKKê rast be, ew wî karî bi tundî şermezar dikin.
Ew term ku ji bo Meletiyê hatibûn veguhastin, Waliyê Melatiyê got: “Termê 10 kesan hatin naskirin û piraniya wan endamên polîs bûn û PKKê ew di salên 2015 û 2016an de revandibûn.”
Ji aliyê xwe ve PKKê di daxuyaniyekê de tometên Tirkiyê red kir û ragihand, “artêşa Tirkiyê êrîşî ser kampeke dîlan kir û bû sedemê kuştina hejmarek endamên MÎT û polîsên xwe ku gerîla ew dîl girtibûn.”
PKK dibêje, êrîşa Tirkiyê li ser kampa dîlan ne bi armanca rizgarkirina dîlan bû û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar di ber kuştina wan de berpirsyar e.
K24