• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê herêmê li gel şandeke dîwana weqfa sune civiya

Gulan Media February 15, 2021 Nûçe
Serokê herêmê li gel şandeke dîwana weqfa sune civiya
Behsa rewşa Îraqê kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke weqfa sune ya bi Serokatiya Serokê dîwana weqfa han Sed Hemîd Kembeş kir.

Di civînê de her du aliyan rewşa siyasiya Îraqê, metirsiyên terorê, hilbijartinên pêş yên Îraqê nirxandin û tekez li ser vê yekê kirin ku pêdiviya Îraqê bi yekrêzî, çanda bihevre jiyanê, jihev xweşbûn, aramî û hevbeşiya yeksan ya tevahiya pêkhateyan di desthilat, îdare û biryar danê de ye.

Her di civînê de her du alî li ser vê yekê ku lazime tevahiya pêkhateyên Îraqê bihevre kar bikin, li gor destûrê û bi diyalogê kêşeyan çareser bikin hemfikir bûn.

Di berdewamiya civînê de şanda mêwan bi kurtî behsa kar û çalakî û bernameya weqfa sune kir û tekez li ser aştîxwazî û gotara erênî û nerim ya weqfa han kir.

Şanda mêwan herwiha kêfxweşiya xwe jî ya li hember kar kirin û hevbeşiya xwe li gel saziyên têkildar yên li Kurdistanê diyar kir.

Şanda han herwiha spasiya Serokê herêmê, hikûmeta herêm, Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kirin ku pêşwaziya hijmareke zêde ji awareyên sune yên Îraqê kirin, li Kurdistanê wan vehevandine û her cure xizmetgozariyek jî pêşkêşî wan kirine.
Top