• Monday, 01 July 2024
logo

hijmara pêketiyan 100 kes derbas kir

Gulan Media February 15, 2021 Nûçe
hijmara pêketiyan 100 kes derbas kir
101 kes jî baş bûne û 3 kes jî canê xwe ji dest dane.
106 kes bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 106 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 46 kese û li Hewlêrê jî 40 kesên din bi Koronayê ketine û li Dihukê jî 16 û li Gerimiyanê jî 4 kesên din bi Koronayê ketine.

Herwiha di nava heman demê de 101 berketî baş bûne û 3 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Ew zêdetir ji yek hefte bû ku hijmara berketiyan li Kurdistanê nedegehêşte 50 kesan lê îro ev hijmar zêde bûye.

Top