• Monday, 01 July 2024
logo

HDP: Di dema du rojan de herî kêm 143 kes hatine girtin

Gulan Media February 14, 2021 Nûçe
HDP: Di dema du rojan de herî kêm 143 kes hatine girtin
Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ragihand, di dema du rojan de 143 kes hatine girtin.

Alîkarê Hevserokê Berpirsyarê Komîsyona Mafê Mirovan a HDPê Umit Dede têkildarî operasyonên desteserkirina endamên HDPê daxuyaniyek nivîskî da.

Umit Dede derbarê vê yekê de ragihand, ku di dema du rojan de li Stenbul, Bursa, Edene, Dîlok û çend bajarên din herî kêm 143 kes, ku piraniya wan ciwanin hatine girtin.

Dede herweha dibêje, medyaya desthilatê weke nerîta xwe ya berdewam, wan kesan bi terorîst dide naskirin ku xelkê sivîl, siyasetvan û mamosteyên zanîngehê ne.

Di daxuyaniyê de hatiye ku 2 kesên li Dîlokê hatine girtin, parêzer in û dema ku li kar bûn hatine girtin.

Alîkarê Hevserokê Berpirsyarê Komîsyona Mafê Mirovan a HDPê wan operasyonên desteserkirinê wek “êrişên bêhiquq” pênase dike û dibêje divê ew kiryarên li dijî demokrasiyê û mafê parastinê bêne rawestandin û hevalên wan ên hatine desteserkirin jî bêne berdan.

Rudaw
Top