Balefirên şer ên Rûsyayê rêveberiya Eniya Nusra bombebaran kir
![Balefirên şer ên Rûsyayê rêveberiya Eniya Nusra bombebaran kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/a5ef7fecc88166253f577fb6e1e6e85b_L.jpg )
Li gor nûçeya ajansa Sputnik a Rûsî, balefirên çavdêriya artêşa Rûsyayê armancek nêzîk girtîgeha navendî ya li gund û warên rojavayê bajarê Idlib a bkurê rojavayê Sûriyê destnîşan kiriye.
Li gor sputnikê bi zimanê çavkaniyekî îstixbaratê belav kiriye, ew cîhê hatiye destnîşan kirin binkeyekî stratejîk ê rêxistina desteya Tehrîr El Şam bûye û rêveberên wê rêxistina terorîst li wê derê civiyane.
Piştî destnîşan kirina wê armancê balefirên şer ên Rûsyayê 3 êrîşên esmanî pêkaniye û karîne hejmarek rêveberên desteya Tehrîr El Şam bikujin.
basnews