• Monday, 01 July 2024
logo

Balefirên şer ên Rûsyayê rêveberiya Eniya Nusra bombebaran kir

Gulan Media February 14, 2021 Nûçe
Balefirên şer ên Rûsyayê rêveberiya Eniya Nusra bombebaran kir
Balefirên şer ên artêşa Rûsyayê binkeyên stratejîk û rêveberiya desteya Tehrîr El Şam (Eniya Nusre) ku baskê rêxistina terorîst a El Qaîdê li Sûriyê bombebaran kirin.

Li gor nûçeya ajansa Sputnik a Rûsî, balefirên çavdêriya artêşa Rûsyayê armancek nêzîk girtîgeha navendî ya li gund û warên rojavayê bajarê Idlib a bkurê rojavayê Sûriyê destnîşan kiriye.

Li gor sputnikê bi zimanê çavkaniyekî îstixbaratê belav kiriye, ew cîhê hatiye destnîşan kirin binkeyekî stratejîk ê rêxistina desteya Tehrîr El Şam bûye û rêveberên wê rêxistina terorîst li wê derê civiyane.

Piştî destnîşan kirina wê armancê balefirên şer ên Rûsyayê 3 êrîşên esmanî pêkaniye û karîne hejmarek rêveberên desteya Tehrîr El Şam bikujin.

basnews
Top