Tirkiyê bidawîbûna operasyonên li çiyayê Garê ragihand
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, operasyonên wan ên leşkerî piştî rojan li çiyayê Garê bi dawî hatin û hêzên asmanî vegeriyan cihên xwe.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê diyar kir, di operasyona li çiyayê Garê de 48 gerîlayên PKKê hatin kuştin û 2 gerîla jî dîl girtin.
Akar destnîşan kir jî, di operasyonan de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê da zanîn, 13 welatiyên sivîl ku ji aliyê PKKê ve hatibûn dsteserkirin, di operasyonan de hatin kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja 10ê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan li çiyayê Garê li dijî PKKê dest bi operasyonê kirine.
Duhî jî Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Serokerkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û hejmarek fermandarên leşkerî yên Tirkiyê serdana navçeyên sînorî ên bi Herêma Kurdistanê û navenda rêveberiya operasyona “Pence Kartal-2” re kiribûn.
K24