• Monday, 01 July 2024
logo

Bernameya Papayê li Kurdistanê eşkere bû

Gulan Media February 14, 2021 Nûçe
Bernameya Papayê li Kurdistanê eşkere bû
li Hewlêrê merasimeke mezin ya olî tê organîzekirin.
Serokatiya Kudistanê dibêje Papa roja 7ê Adarê li Kurdistanê ye.

Serokatiya Kurdistanê derbarê serdana Papaya Vatîkanê ya bo Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Kurdistanê, Papaya Vatîkanê di rojê 7ê Adarê digehêje Hewlêrê û li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê merasîma pêşwaziyê tê organîzekirin.

Her heman roj Papa vê serdana her du bajarên Mûsil û Qereqûşê bike.

Serokatiya herêmê diyar kiriye ku Papa li Mûsilê nimêj bo asûdeyiya rihê qurbaniyên şer û terorê duayan dike.

Pişt re li Kilîsaya Qereqûş li gel bawermend û oldaran nimêja mûjdeber ya firîşteyê tê xwendin û êwara heman rojê merasîma Qedasa mezin ya pîroz li stadiyome Herîrî li Hewlêrê tê organîzekirin.

Top