• Monday, 01 July 2024
logo

Berpirsekî YNKê: Ji bo peşeroja Silêmaniyê baş nîne PKK çalakiyên xwe li bajêr zêde bike

Gulan Media February 14, 2021 Nûçe
Berpirsekî YNKê: Ji bo peşeroja Silêmaniyê baş nîne PKK çalakiyên xwe li bajêr zêde bike
Berpirsekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Rehîm aşkere dike PKKê tevger û çalakiyên xwe li Herêma Kurdistanê berfireh kiriye û ji bo paşeroja Silêmaniyê baş nîne PKK çalakiyên xwe li bajêr zêde bike.

Îro roja şemiyê 13.02.2021ê Cîgirê Berpirsê Melbenda YNKê yê Germiyanê Mela Rehîm BasNewsê re axivî û da zanîn PKK weke hêzêke siyasî çalakîyên xwe xwe li Herêma Kurdistanê berfireh kiriye û gelek çalakiyan li Silêmaniyê encam daye. Lêbelê pêwîste rêzê li yasa û dabûnerîtên Herêma Kurdistanê bigire. Çunke ev beşa Herêma Kurdistanê xwedî hikûmet û perleman û yasa ye û nabe taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çav neyên girtin.

Herwiha Mela Rehîm hişyarî daye û dibêje eger PKK çalakiyên xwe li bajarên silêmaniyê zêde bike wê karîgerîya xirab li ser peşeroja bajêr hebe. Ji ber wê ye PKK divê vegere Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê û dev ji şer berde û kêşeyên xwe ligel Tirkiyê li ser maseyê çareser bike.

basnews
Top