• Monday, 01 July 2024
logo

HSDê kesên herdu berpirsên Rêveberiya Xweser kuştine girtin

Gulan Media February 14, 2021 Nûçe
HSDê kesên herdu berpirsên Rêveberiya Xweser kuştine girtin
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ew keseên ku hevseroka Meclisa bajarokê Til Şayîr Seida El Hermas û cîgira wê Hind El Xidêr kuştin girtin.

Çavkaniyekê ji nav HSDê ragihand ku Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê yên girêdayî HSDê 2 tometbarên çekdar girtine, ku bi terorkirina herdu jinên berpisên Encûmena Bajarokê Til Şayir li nahiyeya Dişêşe li parêzgeha Hesekê, tometbar in.

Li gorî heman çavkaniyê, hêzên wan bi oparasyoneke ew herdu tohmetbar li herêma Dêrazorê girtin.

Yekem jin ji wan, Seida El Hermas bû, hevseroka Encûmena Bajarokê Til Şayir, ya din jî Hind El Xidêr bû, cîgira hevserokatiya wê encûmenê.

Li Dêrazorê 9 çekdarên DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatin girtin

Ji aliyê din ve opersyona HSDê ya dijî DAIŞê berdewam e û ji destpêka vê mehê hewlên armanckirina endamên HSDê li gundewarê Dêrazorê berdewam e. Çekdarên nenas duh li rojhilatê Dêrazorê teqe li şervanekî HSDê bi navê Imad ElHûseynî kir û birîndar bû.

Li gorî zanyariyan Imad Elhuseynî bi demançeya bêdeng hatiye armanckirin û gule li zik û milê wî ketiye û bo nexweşxaneya Zeviya Omer hatiye veguhstin.

Li aliyekî din HSD duh ragihand ku di 2 rojên derbasbûyî de wan 9 çekdarên DAIŞê di 2 opersyonên cuda bi hevkariya hevpeymaniya navdewletî girtine.

HSDê dibêje wan hejmarek çek û teqemenî jî destserkirine.

Rudaw
Top