• Monday, 01 July 2024
logo

Dr. Sebah Subhî: Amanca PKKê nesaqamgriya siyasî ye li Herêma Kurdistanê

Gulan Media February 14, 2021 Nûçe
Dr. Sebah Subhî: Amanca PKKê nesaqamgriya siyasî ye li Herêma Kurdistanê
Akademîsyen û pisporê siyasî Dr. Sebah Subhî aşkere kir amanca hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê naseqamgîrîya siyasî ye li Başûrê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ji bo wan ne cihê xebatê ye.

Akademîsyen û mamosteyê zanista siyasî li zankoya Selehedînê Dr. Sebah Subhî ji BasNewsê re axivî û da zanîn PKK bûye sedema aloziyan li Herêma Kurdistanê û naxwaze Herêma Kurdistanê aram û seqamgîr bibe. Herwiha divê PKK ji Herêma Kurdistanê derkeve û pabendî yasayên Herêma Kurdistanê be.

Dr. Sebah Hewramî amaje bi wê yekê jî dike baweriya PKKê bi proseya siyasî tuneye û ji bo hebûna xwe dev ji çekan bernade û her dixwaze bi çekan xwe li ser herêmê ferz bikin.

Herwiha Dr. Sebah Subhî da zanîn divê PKK ji Herêma Kurdistanê derkeve û Herêma Kurdistanê ne cihê xebatê ye ji bo PKKê.

Basnews
Top