• Monday, 01 July 2024
logo

Tevgera Nuceba gefan li Tirkiyê dixwe

Gulan Media February 14, 2021 Nûçe
Tevgera Nuceba gefan li Tirkiyê dixwe
Tevgera Nuceba ya Iraqî gef li Tirkiyê xwarin û ragihand ku eger li ser binpêkirina axa Iraqê berdewam be helwêsteke tund pêşan didin. Herwiha daxwaz ji hikûmet û Parlamentoya Iraqê kir ku helwêsteke dijwar li beramber wan binpêkirinan pêşan bidin.

Tevgera Nuceba ya nêzîkê Îranê ku Ekrem Kabî serokatiya wê dike, di daxuyaniyekê de dibêje: “Welat di qonaxa jihevketinê de ye, helwêstên fermi yên lawaz û berjewendiyên teng ên partîyetiyê welat kiriye meydanek bo binpêkirin û zêdegaviya welatan û hemû aliyan.”

Tevgera Nuceba di daxuyaniya xwe de dibêje: “Li gor zanyariyan, nêta Tirkiyê bo dagîrkirina parêzgeha Neynewa heta qezaya Şingalê nabe binpêkirina dawî ya Tirkiyê, eger helwestên fermi bi wê lawaziyê bimînin.”

Tevgera navbirî herwiha daxwazê ji Tirkiyê dike ku helwêsta xwe di ber çav re derbas bike berî gaveke wiha biavêje ku nizane encama wê çawa dibe û dibêje: “Dersê ji hêzên dagîrker ên Amerîkayê werbigrin ku di warê hejmara serbaz û şiyana leşkerî de ji wan zêdetir bûn.”

Hevdem daxwazê ji hikûmet, Parlamentoya Iraqê û hemû aliyên peywendîdar dike ku helwesteke yekgirtî û tund li beramber wan binpêkirinan pêşan bidin, eger na gelê Iraqê û bergiriya wê helwêst pêşan didin.

Demjimêr 02:55ê sere sibeha roja Çarşemê 10ê Sibata 2021ê, artêşa Tirkiyê operasyona Pence Baz-2 li Çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê li dijî PKKê ragihand. Artêşa Tirkiye heta niha kuştina 3 efserên xwe ragihandiye, lê Hêzên Parastina Gel (HPG) amaje bi ti zerareke xwe nedane û dibêje bi kêmanî 9 serbaz û efserên Tirkiyê hatine kuştin. Îro Yekşemê Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku operasyon bi dawî bûye.

Rudaw
Top