• Monday, 01 July 2024
logo

Rêbaz Hemlan: Dahata navxweyî ya mehane gihîştiye 500 milyar Dînar

Gulan Media February 14, 2021 Nûçe
Rêbaz Hemlan: Dahata navxweyî ya mehane gihîştiye 500 milyar Dînar
Alîkarê Serokê Hikûmetê ji bo Karûbarên Darayî û Aborî radigihîne, rewşa tendirustî ya Herêma Kurdistanê ber bi başiyê ve diçe, ew jî rê dide ku dahata naxwe zêde bibe.

Alîkarê Serokê Hikûmetê ji bo Karûbarên Darayî û Aborî û Sekreterê Encûmena Weberhênanê Rêbaz Hemlan ji K24ê re ragihand, dahata navxweyî ya mehane ya Herêma Kurdistanê bi dahatên petrol û ne petrolê ve gihîştiye (500) milyar Dînar, heger budceya Iraqê jî bê pesendkirin û pişkê Herêma Kurdistanê bê şandin, bê “jêbirîn” dikarin mûçeyan belav bikin.

Rêbaz Hemlan ragihand, rewşa tendirustî ya Herêma Kurdistanê ber bi başiyê ve diçe, ew jî rê dide ku dahata naxwe zêde bibe, geştûguzar geş bibe, dahata deriyên sînorî baştir bibe, fermangehên hikûmetê kar bikin û nirxê petrolê jî bilind bibe.

Li ser pirsa “Dahata niha çend e?”, Rêbaz Hemlan got: “Hûrgilî li Wezareta Darayî û Aborî ne. Pêşbînî dikim ku niha dahata navxwe ya ne ji petrolê zêdetir 250 milyar Dînar mehane be. Ji ber ku wergirtina bacê hatiye rêkxistin, ji meha Tîrmeha borî ve Yasaya Çaksaziyê ketiye ware cibicîkirinê û dahat û xeric hatine rêkxistin.”

Got jî: “Beşek ji dahata petrolê ji kompanyayan re diçe û beşê din jî ji bo dana qerzan diçe. Beşê vediger ji Hikûmetê re jî, derdora 250 milyar Dînar e.”

Derbarê gotûbêjên li Bexdayê de jê, Rêbaz Hemlan diyar kir, “Gotûbêj bi arasteyekî erênî ve diçin. Serokwezîrê Iraqê ragihand ku divê pişkê Herêma Kurdistanê wek xwe bimîne. Herwiha nermiyek ji aliyê komên Şîe û Sune jî li hember Herêmê heye. Şanda Danûstandkar jî di zûtirîn dem de diçe Bexdayê. Ji bo gihîştina bi encamekê, niha hevtêgihîştineke baştir heye.

K24
Top