• Tuesday, 02 July 2024
logo

Heşda Şeibî 3 lîwa li Şingalê bicih kirin

Gulan Media February 13, 2021 Nûçe
Heşda Şeibî 3 lîwa li Şingalê bicih kirin
Li bermber gefên Turkiyê yê derbarê êrişeke li ser Şingalê, Heşda Şeibî 3 Lîwa anîne Şingalê û li çend deverên belavkirine.

Lîwayê 21 yê Heşda Şeibî yê Bedir li rojhilatê Şingalê, Lîwaya 23 li rojava, û Lîwaya 14 li ser çiyayê Şingalê hatine bicih kirin.

Heşda Şeibî dibêje, ku ew amedene rûbirûyî her êrişeke li ser Iraqê bibin.

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku hejmara wan zêdetirî 2 Hezar kese, ji wan 200 kes zêdetir çûne nav Heşda Eşîran û dibêjin, ku ew amede li her cihekî li Iraqê, berevaniyê li welat bikin.

Berdevkê serokkomariya Turkiyê Îbrahîm Kalin jî çend roj berê di derbarê operasyoneke li ser Şingalê de ragihand ku rêkeftina Şingalê girînge ji bo nehiştina gef û metirsiyan lê Îraq û Herêma Kurdistanê jî dizanin ku rewş aloze û ne hêsane û pêwistî bi karkirina hevbeş heye, ji ber ku ew navçe korîdora terorê ye.

Rudaw
Top