• Tuesday, 02 July 2024
logo

HPG: Me bi deronan li hêzên Tirkiyê da

Gulan Media February 13, 2021 Nûçe
HPG: Me bi deronan li hêzên Tirkiyê da
Bombebarana balafirên Tirkiyê li çiyayê Garê yê Başûrê Kurdistanê li ser pêgehên PKKê berdewam e û ew dever bi tûndî têne bomberankirin. Tirkiyê dibêje, hejmareke gerîlayên PKKê li Gare canê xwe ji dest dane. PKK jî dibêje, li Gare hêzên bejayî yên Tirkiyê hene, lê ji hev qût bûne û gerîlayan ew dorpêç kirine. Herwiha dibêje, wan bi dronan li hêzên Tirkiyê dane, zanyarî dê paşê bên belavkirin.

Çar roj e operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bo ser gerîllayên PKKê li devera Çiyayê Gare ya Başûrê Kurdistanê berdewam e. Firokeyên şer ên Tirkiyê sere sibeha roja 13ê Sibatê, careke din êrîşeke esmanî birin ser Çiyayê Gare û gundê Siyanê li quntara Çiyayê Gare bordûman kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, dîmenekî vîdeoyî yê bombebarana firokeyên şer li Çiyayê Gare belav kiriye û ragihandiye ku 2 gerîllayên din ên PKKê li Gare canê xwe ji dest dane û bi vê jî wek Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îddîa dike, hejmara gerîllayên di wê operasyonê de canê xwe ji dest dane gehiştiye 39 kesan.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ji Rûdawê re got, ji ber ku çiyayê Gare ji sivîlan vala ye û tenê hêzên PKKê lê hene, bidestxistina zanyariyan zehmet e, lê bi texmîna wan operasyona daxistina leşkeran ji helîkopteran rawestiyaye û niha zêdetir bombebarana balafiran berdewam e.

Medyayên PKKê şeva Înê 12ê Sibatê, pişta xwe xwe bi çavkaniyên HPGê girê dane û belav kirine ku hejmarek ji wan serbazên artêşa Tirkiyê yên beşdarî şerê Gare bûne, ji aliyê gerîllayan ve hatine dorpêçkirin. Wan serbazan dema hewl dane ji navçeyê derkevin, peywendiya wan ligel hev qut bûye û wenda bûne.

Herwiha firokeyên şer ên Tirkiyê 6 caran navçeyên Siyanê, Ergenê û Girê Egîdan li Gare bombebaran kirine û firokeyên şer ên Tirkiyê berdewam li esmanê navçeyê digerin.

Tirkiyê serê sibeha roja 10ê Sibata îsal destpêkirina operasyona “Pence Baz-2” li Çiyayê Gare ragihand. Wek ew bi xwe dibêje tenê sê efserên wan hatine kuştin û 3ê din jî birîndar in, li beramber 39 gerîllayên PKKê kuştine, lê Hêzên Parastina Gel (HPG) van amarên Tirkiyê wek derew binav dike û dibêje, di demeke nêzîk de amarên zerarên xwe belav dikin û ragihandiye ku heta niha zêdeyî 30 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

Bombebarana Tirkiyê tirseke zêde li ba xelkê deverê çêkiriye û akinciyên deverê jî dibêjin, gelek kesan ji ber wê bombebaranê navçeya xwe bicîh hiştine. Berpirsên hikûmeta herêmê li navçeyên nêzîkê Çiyayê Gare behsa wê metirsiyê dikin ku eger bi vî awayî bombebaran berdewam bin, egereke mezin heye ku xelkê hejmarek gundên din ên deverê gundên xwe vala bikin û warê xwe bicih bihêlin.

Rudaw
Top