• Tuesday, 02 July 2024
logo

Wezareta Tendirustiyê derbarê Koronayê de hişyarî da

Gulan Media February 13, 2021 Nûçe
Wezareta Tendirustiyê derbarê Koronayê de hişyarî da
Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê li ser car din belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) û bi awayekî xirabtir û metirsîdartir, hişyarî dide, bi taybetî jî piştî belavbûna nifşê nû yê vîrusa Koronayê ku niha li gelek welatên cîhanê belav bûye.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Piştî kêmbûna rêjeya pêketina vîrusa Koronayê ku rêkar û xweparastin sedema sereke bû him di paşxistina zêdebûnê de û zû kontrolkirin û hêdîbûna belavbûnê de, lê mixabin hestek li cem hinek welatiyan çêbûye, weke ku nexweşiya Koronayê nema û metirsiya vê vîrusê nemaye li ser jiyana welatiyan, ku ev jî ji ber çend sedeman e û ya herî girîng jî ew hincet e ku goya li civakê berevaniya bi giştî çêbûye li dijî vê vîrusê.” Wezaretê eşkere dike ku ev raman xelet e û belgeyên zanistî ku vê ramanê piştrast bike, tune ne.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Niha ku jiyan asayî bûye, hemû cihên giştî û taybet û civînên rojane yên xelkê û navendên kirîn û firotinan û çayxane û xwaringeh û cihên geştyariyê û mizgeft û geştkirin û gelek cihên din hatine vekirin, mixabin rênimayên tendirustiyê li gelek cihan weke xwe nayên cîbicîkirin, bi taybetî di mijara bikaranîna maskan û jihevdûrketin.”

Herwiha diyar dike: “Wezareta Tendirustî li ser car din belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) û bi awayekî xirabtir û metirsîdartir hişyarî dide, bi taybetî jî piştî belavbûna nifşê nû yê vîrusa Koronayê ku niha li gelek welatên cîhanê belav bûye.”

Hat destnîşankirin: “Em ji welatiyan daxwaz dikin ku pabendî rênimayên tendirustiyê û rêkarên xweparêziyê bibin, da ku bi zirara herî kêm û bi hevkariya her kesî, em vê rewşê bi silametî derbas bikin.”

K24
Top