• Monday, 01 July 2024
logo

HPG: “Li ser tevlîbûna hêzên PDK'ê ya yekser li operasyona Garê, tespîteke me nîne”

Gulan Media February 13, 2021 Nûçe
HPG: “Li ser tevlîbûna hêzên PDK'ê ya yekser li operasyona Garê, tespîteke me nîne”
Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê êrişa serbazên Tirkiyê ya li Çiyayê Gare daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de diyarkir ku “Li ser tevlîbûna hêzên PDK'ê ya yekser li operasyona Garê, tespîteke me nîne. Agahiyên di vî warî de rast nîne.”

HPG di daxuyaniya xwe de ragihad ku “Wezareta Parastina Millî ya Tirk a li ser êrişa li dijî Garê bi temamî xwe dispêre derewan. Bi berevajîkirina rastiyan hewl dide raya giştî bixapîne. Di şer de zêdeyî 30 kuştiyên artêşa Tirk çêbû. Hejmara şehîdên me bi qasî yên hatine ragihandin nîne, dema bê wê tevî navên wan ji raya giştî re bên eşkerekirin.”

HPG di daxuyaniya xwe ya di derbarê PDKê de wiha got “Li ser tevlîbûna hêzên PDK'ê ya yekser li operasyona Garê, tespîteke me nîne. Agahiyên di vî warî de rast nîne. Lê belê helîkopter û hêzên artêşa Tirk a dagirker ên tevlî êrişa Garê bûn, ji Şirnexê çûn baregeha Başîkayê, ji wir jî derbasî nehiya Bakirman a navçeya Akrê bûn û ji wir jî hatin Garê. Helwesteke PDK'ê ya li hemberî vê rewşê nehate dîtin.”

Herwiha HPG di derbarê Îbrahîm Parîm de jî wiha got “Wêneyên kesê bi navê Îbrahîm Parim di çapemeniyê de hate weşandin û îdîa kir ku berpirsyarê lojîstîkê yê PKK'ê bi operasyoneke taybet a MÎT'ê hatiye girtin. Lê belê kesê bi navê Îbrahîm Parim zûdeyî ji partiya me hatibû dûrxistin û piştre teslîmî dijmin bûbû. Nûçeyên ku medya şerê taybet a Tirk weşand rast nîne, propagandayeke reşkirinê ya ji bo şerê psîkolojîk e.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû ku li Çiyayê Gare di 10ê Sibata 2021 de operasyoneke bi navê Operasyona Pence Baz-2 hatiye destpêkirin. Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyon li dijî pêgehên PKKê û ji bo “parastina ewlehiya sînor” û “ji holê rakirina metirsiya êrişên bo ser hêzên ewlehiyê” yên wî welatî hatiye destpêkirin.

Li aliyekê din, Wezareta Berevaniya Tirkiyê aşkere kiriye, ku heta niha 3 serbazên wan di şer û pevçûnên li gel gerîlayên PKKê de li Çiyayê Gare hatine kuştin û 3 serbaz jî birîndar in.

Rudaw
Top