Wezareta Elektirîkê: Santralên me dikarin nêzîkî 7 hezar MW elektirîk bidin lê…
![Wezareta Elektirîkê: Santralên me dikarin nêzîkî 7 hezar MW elektirîk bidin lê…](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1410bb9e56e3e9c47934ecb9d24a47ae_L.jpg )
Berpirsê enerjiyê li wezareta elektirîka Kurdistanê, Diyar Baban ji BasNewsê re got, eger em tevahiya santralên xwe aktîf bikin û bidin xebatê, emê 6 hezar û 700 mêga wat elektirîk bidest bînin. Lê sotemeniya me terê nake. Em niha li Kurdistanê tenê 3 hezar û 800 mêga wat elektirîk berhem tînin.
Wî berpirsê wezareta elektirîkê da zanîn, berpirsên şîrketa Dana Gaz û wezareta samanên sirûşî gotine dê heta dûmahîka îsal gaza santralan zêde bikin da ku elektrîk zêde bibe.
Diyar Baban anî ziman jî, wan pilan kirine îsal bi enerjiya rojê û şewitandina nefta reş zêdetirî 200 mêga wat elektirîk bidest bînin.
basnews