• Tuesday, 02 July 2024
logo

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re got: Divê rêz li serweriya Iraqê bê girtin

Gulan Media February 13, 2021 Nûçe
Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re got: Divê rêz li serweriya Iraqê bê girtin
Wezareta Derve ya Amerîkayê di derbarê operasyona Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de daxuyaniya da û got“ Em ji operasyonên Tirkiyê yên li bakurê Iraqê tên kirin agahdarin û divê rêz li serweriya wî welatî bê girtin”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di derbarê operasyonên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê bi mailê bersiva peyamnerê Rûdawê Roj Elî Zalle da û dibêje ew ji operasyonên Tirkiyê yên li bakurê Iraqê tên kirin agahdarin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir operasyonên ku li Iraqê tên kirin, divê rêz li serweriya wî welatî bê girtin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû ku li Çiyayê Gare di 10ê Sibata 2021 de operasyoneke bi navê Operasyona Pence Baz-2 hatiye destpêkirin. Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyon li dijî pêgehên PKKê û ji bo “parastina ewlehiya sînor” û “ji holê rakirina metirsiya êrişên bo ser hêzên ewlehiyê” yên wî welatî hatiye destpêkirin.

Rudaw
Top