Bi sedema ala Kurdistanê çekdaran ciwanekî Kurd îşkence kirine
![Bi sedema ala Kurdistanê çekdaran ciwanekî Kurd îşkence kirine](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/563100Image1.jpg )
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku roja 8ê Sibatê, çekdarên Lîwaya Semerqend 5 welatiyên Kurd ji gundê Kefer Sefrê girtine.
Li gor heman Rêxistinê, piştî çekdarên grûpa navborî 3800 lîreyên Tirkî ji her girtiyekî wekî fidye standine, ew azad kirine.
Lê ji ber ku çekdaran wêneyê ala Kurdistanê di mobîla ciwanê Kurd, Hesen Hesen Şêr de dîtibûn ew bi tundî îşkence dane.
Rêxistina navborî herwiha diyar kir ku berê jî dema çekdarên Semerqend xwestibûn darzeytûnên bapîrê welatî Hesen Şêr bibirn, ew di rûyê çekdaran de derketibû.
Rudaw