• Tuesday, 02 July 2024
logo

Bazara Mehabadê ya herî mezin şewitî

Gulan Media February 13, 2021 Nûçe
Bazara Mehabadê ya herî mezin şewitî
Derengê Şeva derbasbûyî agir bi mezintrîn bazara Esxerî ya Mehabada Rojhilatê Kurdistanê ket. Li gorî şahidhalan ji ber dûman û agir çend kes birîdar bûn.

Li gorî zaniyariyan saet di derabarê 00: 30 nîvê şeva derbasbûyî de agir bi mezintrîn bazara Esxerî ya Mehabada Rojhilatê Kurdistanê ket. Li gorî şahidhalan ji ber dûman û agir çend kes birîdar bûn.

Ajansa fermî ya Îranê ragihand ku heta serê sibê agirê ku bi bazara Mahabadê ketiye nehatiye kontrol kirin.

Ji bo temartina agir hejmareke mezin ya tîmên agirkujê hewl didin ku agir bitemêrin. Hejmareke zêde li derdorê kombûn û ji ber qerebalixiye rayedaran ji hemwelatiyan xwestin ku xwe ji deverê dûr bixin

Bazara Esxerî ya Mehabadê yek ji giringtirîn bazarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye û nêzikê 500 dikan tê de hene. Dahatina hejmareke mezin ya xelkê Mehabadê li ser wê bazarê ye.

Rudaw
Top