Bilindtirîn alaya Kurdistanê hat hildan
![Bilindtirîn alaya Kurdistanê hat hildan](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/alai_kurdistan.jpg )
Li cîhê dastana Pirdê hatiye hildan.
Îro ji aliyê kesûkarên 2 şehîdan ve, li cîhê têk birina artêşa Îraq, çekdarên Îranî û heşda şebî ji aliyê hêzên pêşmerge ve, bilindtirîn alaya Kurdistanê hate hildan.
Bilindiya alayê 55 metreye, paniya alayê 10 metre û dirêjayiya alayê jî 15 metreye.
Malbeta şehîd Hucam Surçî yaku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatibû şehîd kirin û malbeta mamoste Îbrahîn yaku di destpêka hefteyê de di dema hildana alaya Kurdistanê canê xwe ji dest dabû, ev alaya han hildan.