Elî Teter: Eger PKK dixwaze Kurdistanê biparêze, dê Efrîn biparasta
![Elî Teter: Eger PKK dixwaze Kurdistanê biparêze, dê Efrîn biparasta](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/6be9638afed6e038ea988239c54fcf6d_L.jpg )
Di çarçoveya beşdariya di bultena nûçeyan a K24ê de, Parêzgarê Duhokê ragihand, hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê ne weke hebûna ti hêzeke din a siyasî ye, ji ber ku ew rê nade navçeyên Kurdistanê bêne avadankirin.
Alî Tater dipirse, çima PKK tenê li Başûrê Kurdistanê li dijî Tirkiyê operasyonan dike û li Rojavayê Kurdistanê ti operasyonekê nake? Armanca veguhastina çalakî û serkirdeyên wê bo Herêma Kurdistanê çi ye?
Parêzgarê Duhokê da zanîn, PKK ti mafên wan ên di warê yasayên navdewletî de li Herêma Kurdistanê nîne. Pirs ev e, gelo PKK dihêle tu hêzên siyasî yên din li herêmên di bin kontrola wan de hebin û ji bo berjewendiyên Kurdan şer bikin?
Derbarê daxuyaniyên PKKê yên dibêjin ku ew Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê diparêzin de, Parêzgarê Duhokê got: “Başûrê Kurdistanê bi destê Pêşmerge tê parastin, heger gotinên wan rast e, bila bostekê ji xaka Bakurê Kurdistanê biparêzin. Bila Efrîn parastibana”
Herwiha ragihand jî: “PKK li dijî qewareya Herêma Kurdistanê ye. Ew rê nadin ku hikûmet navçeyên sînorî avedan bikin.”
Li ser pirsa kî li pişt PKKê ye û kî sûdê jê dibîne, Parêzgarê Duhokê got: “Çend welatên herêmê sûdê ji hebûna PKKê dibînin. PKKê tenê ziyanê dide xelkê Herêma Kurdistanê.”
Parêzgarê Duhokê tekez kir, ku ew ê hemû hewlan bidin da ku proje û avedankirinê ber bi deverên sînorî ve bibin.
Basnews