• Tuesday, 02 July 2024
logo

PDK: Ti têkiliyeke me bi aloziyên navbera PKK û Tirkiyeyê re tuneye

Gulan Media February 12, 2021 Nûçe
PDK: Ti têkiliyeke me bi aloziyên navbera PKK û Tirkiyeyê re tuneye
dibêje ti têkiliyeke PDKê bi wan şeran re tuneye.
Peyvdarê PDKê derbarê şerê navbera PKK û Tirkiyeyê de daxuyaniyek belav kir.

Derbarê şerê navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyeyê de bi giştî û bi taybetî şera vê dawiyê ya li çiyayê Garê de Peyvdarê Partiya demokrata Kurdistanê daxuyaniyek bo raya giştî belav kir.

Di daxuyaniya han de hatiye gotin ku, dîsa KCK derbarê aloziyên navbera PKK û Tirkiyeyê de dest bi belav kirina tiştên nerast û bê esas li dijî PDKê kiriye, rixmî ku em wan red dikin, dibêjin ku ti esas û bingeheke wan gotinan tuneye.

PDK bi ti awayî ti têkiliyek bi alozî û şerê navbera PKK û Tirkiyeyê re tuneye, di rastî de ev PKK ye ku destê artêşa Tirkiyeyê rakêşaye bo nava xaka herêma Kurdistanê, û alozî, nearamî û pevçûn bo herêma Kurdistanê veguhastiye.

Dema ku PKK li Tirkiyeyê şerê Tirkiyeyê nake û reviyaye hatiye herêmê û xelkê din jî li pey pkkê hatine vê demê tawana PDKê çiye?

Em weke PDK tekez dikin ku PDK ti têkiliyeke xwe bi wan şeran re tuneye û pêşiya pkkê jî negirtiye ku şer bike anjî neke. Madam nikarin şer bikin û her direvin vê demê ti şaştî û suçeke pdkê tuneye.

Bila PKK û KCK dev ji wan tiştên bêesas berdin jiber ku xwe jî baş dizanin ku eger destê PDKê di wan şeran de hebaya vê demê rewşa PKKê niha gelek dijwartir dibû.

Peyvdarê PDKê

Mehmûd Mihemed

11 Sibata 2021an

Top